....

FLAŞ – Şanda Amerîka û Fransayê serdana Rojava kir

Şandeke hevbeş a Amerîka û Fransayê îro yekşemiyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anîn

FLAŞ – Şanda Amerîka û Fransayê serdana Rojava kir

 Şandeke hevbeş a Amerîka û Fransayê îro yekşemiyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anîn.

 

Wezîrê Berê yê Derve yê Fransa Bernard Kouchner ku damezrênerê Saziya Pizîşkên Bêsînor e jî, li gel Balyozê Berê yê Amerîka yê li Kurwatiya Peter Galbraith îro çûne Rojavayê Kurdistanê.

 

Li gorî agahiyan, şanda hevbeş a amerîkî û fransî bi rêya Başûrê Kurdistanê û deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka re derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû û piştre derbasî bajarê Dêrikê bû.

 

Li Dêrikê, endamên şanda hevbeş Kouchner û Galbraith ji aliyê Hevseorkê Desteya Pêwendiyên Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Asya Ebdullah û Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ve hatin pêşwazîkirin û piştre hevdîtina navbera wan dest pê kir.

 

Medyayên nêzîkî PYDê ragihandine, ku di hevdîtinê de, her du aliyan behsa rewşa siyasî, leşkerî û pêşhatên deverê kirin.

 

Herwiha hat ragiahndin, ku civîna navbera şanda amerîkî û fransî li gel rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi şêweyeke daxistî û dûr ji çavê medyayn birêve çûye.

loading...
loading...
Sosyal Medya
Gazete Manşetleri
sanalbasin.com üyesidir
Bumerang - Yazarkafe
E-Bülten Kayıt
ARŞİV ARAMA
YEREL HABERLER
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Pentagon'dan Trump'a yanıt
Pentagon'dan Trump'a yanıt
Trump'tan Rusya yorumu: Etkili ve zekiler
Trump'tan Rusya yorumu: Etkili ve zekiler